Önder Beyter
11 Nîsan 2019•Rojanekirin: 11 Nîsan 2019
Li paytextê Libyayê Trablusê, Hikûmeta Rêkeftina Neteweyî (HRN) ragihand ku wan, Kampa Yermûkê ku li bajarokê Eyn Zara yê li başûrê welêt e û baregeha eskerî ya herêmê ya herî mezin e, kir bin kontrola xwe.
Çend saet piştî daxuyaniyên bi heman rengî yên ji hêzên girêdayî Xelîfe Hafter ku êrîşên xwe didomîne da ku Trablusê bi dest bixe, di daxuyaniya çavkaniyeke eskerî ya ku da peyamnêrê AAyê da hat destnîşankirin ku operasyona derxistina hêzên Hafter ji kampê, bi alîkariya ku ji Tûxaya Sumudê hat va bi ser ket.
- Hafter agirê şer geş kir
Serokê hêzên eskerî yên li rojhilatê Libyayê Hafter ji bo bidestxistina Trablusê 4ê nîsanê fermana êrîşê dabû û li ser vê yekê yekîneyên HRNyê jî dest bi operasyona bersivdayînê kiribûn.
Hêzên Hafter piştî ku ketibûn herêmên Sabrata, Surman, Giryan û el-Asabiayê gihîştibûn xala 27emîn a ewlekariyê ku li rojavayê Libyayê di navbera bajarên Zawiye û Canzurê da dimîne.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cihanê ragihandibû ku di pevçûnên li Libyayê da di 3 rojên dawîn da 47 kes hatin kuştin, 181 kes jî birîndar bûn.