BANGÛÎ
Li Komara Afrîqaya Navîn di pevçûnên roja dawîn de 14 kes mirin. Li gor agahiyên ku ji kesên bûyerê dîtine hat bi dest xistin li herêma "Kîlometreya 5emîn" di navbera milîsên Antî-Balakayê û misilmanan de şer derket û 5 milîs mirin.
Ji bilî vê milîsên Antî-Balakayê rêya 4 kesan girtin û êrîşî notirvanekî misilman kirin, milîsan her 5 kesan jî kuştin.
Di operasyona ku hêzên Fransayê li bajarê Nîdaliyê li dar xistin de jî 4 milîsên Selekayê mirin.
Cinazeyên 5 misilmanên ku ji aliyê milîsên Antî-Balakayê ve hatibûn perçekirin ji bo veşartinê anîn mizgefta Alî Babûrûyê û ji ber tirsa milîsên Antî-Balakayê bi lez û bez hatin veşartin.