Haydar Şahin
04 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2017
BEYRUT
Hat ragihandin ku di kampa penaberan a li Libnanê da şewat derket, li gor agahiyên ewil zarokek mir, dûmana şewatê jî 6 kes girtin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin sitandin, li kampa ku penaberên ji Sûriyeyê tê da dimînin a li Geliyê Bekayê yê Libnanê roja yekşemê şewat derketibû îro destê sibê jî li Kampa Penaberan a Tel Sarhuna li herêma Dêra Zenûnê şewat derket.
Hat ragihandin ku di şewatê da zarokek mir, dûmana şewatê jî 6 kes girtin. Li gor xeberên di medyaya Libnanê da derketin 22 konên li kampa ku 185 kon lê hene bi tevahî şewitîn.
Der barê sedema şewatê da agahî nehat dayîn û hat ragihandin ku gelek ekîbên tenduristî û agirkujiyê sewqî herêmê kirin, 700 penaberên li kampê hatin tehliyekirin.
Li Kampa Penaberan a Kab Îlyasê ya li heman herêmê jî roja yekşemê şewat derketibû û hatibû diyarkirin ku zarokek mir û gelek kes birîndar ketin. Lêbelê çavkaniyên herêmî gotibûn ku hejmara miriyan 4 e.