Sevim Hatun
04 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2017
PEKÎN
Hat ragihandin ku li aliyê başûrê Çînê ji ber barana gurr lehî rabû, di lehiyê de herî kêm 56 kes mirin, 22 kes jî winda bûn.
Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Sivîl a Çînê, 11 bajarên li aliyê başûrê Çînê lehî rabû, zêdetirê 11 milyonî mirov di bin bandora lehiyê de man, herî kêm 56 kes mirin û 22 kes jî winda ne.
Ji ber barana gurr gelek bajar di bin avê de man, ceyran qut bû û di çûnûhatinê de pirsgirêk derket.
Rayedarên meteorolojiyê ragihand ku barana gurr wê li aliyê başûrê welêt vê hefteyê dewam bike.