Türkan Tosun
02 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2020
Hêzên girêdayî Hikûmeta Mutebeqata Neteweyî ya Libyayê ya di qada navneteweyî da tê nasîn (HMN) êrîşa hêzên General Xelîfe Hefter a li başûrê Trablusê têk birin.
Berdevkê Operasyona Burqan el-Xedebê Mistefa el-Meceî ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku hêzên girêdayî Xefter li herêma Selahadînê ya li başûrê Trablusê ji esman û bejayî êrîş kirin.
Meceî got hêzên HMNyê ev êrîş têk birin û kontrola kampa et-Taqbaliyê bi dest xistin.
Serokê hêzên çekdar ên li rojhilatê Libyayê Xelîfe Hefter ji bo ku Trablusê bi dest bixe di 4ê nîsanê da fermana êrîşê dabû, li ser vê operasyon hatibû destpêkirin.
General Hefterê darbekar herî dawîn di 12ê Çileya Pêşîn da ferman dabû ku êrîşî Trablusê bê kirin. Li ser vê bajarê Mîstarê di serî da li 10 bajaran seferberî hatibû îlankirin.