Nûçegihanên AAyê Samet Dogan û Mûhammed Mdallayê ku li Trablûsê dixebitin, li kolaneke qerebalix dîmen dikişandin. Di dema kişandina dîmenê de wesayîteke ku diçû gule barand li ser nûçegihanên AAyê. Di êrîşê de ji tîma AAyê tu kes birîndar nebû lê belê piştî êrîşê demek kurt li kolanê raberî çêbû.
Di meha sermawezê de jî tîma AAyê ya ku xwepêşandaneke li Tarablûsê dişopand di nav pevçûnê de mabû, foto-nûçegihanê AAyê ji aliyê komeke xwepêşanderan ve hatibû derbkirin. Makîneya wênekêşê ya Dorûk hatibû xesbkirin û ew bi xwe jî birîndar bibû. Hêzên ewlehiyê Dorûk ji cihê bûyerê biribûn. Di meha Kanûna Pêşîn de jî Nûnerê AAyê yê Lîbyayê Bulent Şahîn û nûçegihanê AAyê Mûhammed Nacîm jî di nav pevçûnan de mabûn.
Wezareta Karên Derve di 26ê gulanê de hişyarî dabû ku welatiyên Tirkiyeyê heta mecbûr nemînin bila neçin Lîbyayê.