Sevim Hatun
14 Hezîran 2017•Rojanekirin: 14 Hezîran 2017
LONDRA
Li Londraya paytexta Îngilistanê, avahiya 24 qatî şewitî, di bûyerê de 50 kes birîndar bûn.
Bi saeta herêmî saet 01.00an agir bi avahiya li herêma Latîmer Roadê ku dikeve aliyê rojavayê Londrayê ket.
Li ser îxbarê nêzî 45 wesayitên agirkujiyê tevî 200î agirkujî ve sewqî ciyê bûyerê kirin.
Hat ragihandin ku 50 kesên dûmanê bandor li wan kiriye sewqî nexweşxaneyên li herêmê kirin.
Ekîbên agirkujiyê mudaxaleyê bûyerê kir lê hê jî avahî dişewite.
Tê îdiakirin ku li qatên jêr ên avahiyê li yekê sarincek teqiyaye, paşê agir bi avahiya ku cebheya wê ya aliyê derva naylon e ketiye û mezin bûye. Di avahiyê de 100î zêdetir mal hene.