14 Hezîran 2017•Rojanekirin: 14 Hezîran 2017
LONDRA
Li Londraya paytextê Îngîltereyê di qata duyemîn a avahiya 27 qatî de şewat derket û temamê avahiyê da ber xwe. Hat ragihandin ku xebatên vemirandina şewatê dewam dikin.
Li taxa Latimer Roada rojavayê Londrayê di avahiya 27 qatî de şewat derket. Şewat di qata duyemîn da li gorî saeta herêmî di saet 01.15an da ji ber sedemeke nediyar derket.
Li ser agahiyê gelek polês, ekîbên tenduristiyê û ji 200î zêdetir endamên agirkujiyê hatin cihê bûyerê. Ekîbên agirkujiyê ji bo şewata ku li temamê avahiyê belav bûye vemirînin hewl didin.
- Dibe ku avahî hilweşe
Hat ragihandin ku kesên di avahiyê de hatin tehliyekirin. Lê belê daxuyaniyeke fermî nehat dayîn gelo mirî û birîndar hene yan na. Her wiha hê ne diyar e ku kes di avahiyê de mehsûr mane yan na. Hat ragihandin ku dibe ku avahî ji ber şewatê hilweşe.