BEXDA
Li Bexdaya paytextê Iraqê bi wesaîteke bombebarkirî êrîş hat kirin. Di êîrşê de 5 kes hatin kuştin û 10 kes jî birîndar bûn. Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlekariyê hatin hildan, li otoparqeka Bexdayê wesaîta bombebarkirî hat teqandin. Di bûyerê de li gor tespîtên ewil 5 kes mirin û 10 kes jî birîndar bûn.
Kiryarên êrîşê ne diyar in û heta niha jî tu kes û yan jî komekê berpirsyariya bûyerê negirt ser xwe.