Türkan Tosun
05 Tebax 2019•Rojanekirin: 06 Tebax 2019
Li Qahîreya paytextê Misirê 4 wesayît li hev qelibîn û teqîn çêbû, di teqînê da 20 kes mirin, 47 kes jî birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Misirê li paytext nêzîkî Enstîtuya Qanserê wesayîteke ji rêya ters va dihat 3 wesayîtan xist.
Piştî lihevqelibînê di wesayîtan da teqîn çêbû û şewat derket.
Di qezayê da 20 kes mirin û 47 kes jî birîndar bûn.