MOSKOVA
Li paytexta Kazanê ya Komara Tataristana girêdayê Federasyona Rûsyayê balafireke rêwiyan ket û 50 kes mirin.
Wezareta Rewşên Acîl a Rûsyayê daxuyanî da û diyar kir ku balafira rêwiyan a Boeing-737ê ya Rêhewayê Tatarîstanê, ya ku di navbera Moskova û Kazanê de sefer dikir dema dadikete Kazanê ket û 50 kes mirin.
Hat ragihandin ku ji miriyan 6 heb muretebat in.