09 Nîsan 2017•Rojanekirin: 10 Nîsan 2017
QAHÎRE
Li Tantaya bajarê Misirê û li Îskenderiyeyê di 2 dêrê cuda de teqîn çêbûn. Di teqînan da: 32 kes mirin û 84 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên ewlekariyê hat wergirtin, li Tantaya girêdayî parêzgeha Garbiyayê li Dêra Saint George da û li bajarê Îskenderiyeyê jî li dêra St. Markê teqîn çêbûn, di teqînan da 32 kes mirin û 84 kes jî birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku ekîbên berevaniya sivîlan a Wezareta Karên Navxweyî li ciyê bûyerê lêkolînê dikin.
Vêga hê kesî berpirsiyariya bûyerê hilneda ser stûyê xwe.
- Tirkiyeyê êrîş şermezar kir
Wezareta Karên Derva êrîşa terorê ya ku li Misirê di dêrekî de hat kirin, bi tundî şermezar kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezaretê de wiha hat gotin: "Em êrîşa terorê ya ku li Tantaya bajarê Misirê di dêrekî de hat kirin û bû sedema mirina gelek kesan û birîndarbûna wan bi tundî şermezar dikin. Serê malbatên bi êş yên ku eqerebayên wan di êrîşê de mirine û serê gelê Misirê sax be."