09 Nîsan 2017•Rojanekirin: 09 Nîsan 2017
PEKÎN
Hilbijêrên tirk ên li Çînê seba referandûma guhertina destûrê ya ku dê di 16ê nîsanê da li Tirkiyeyê were kirin, çûn ser sandoqên li nûnertiyên Tirkiyeyê.

Ji bo dengdayîna bêtirî 2 hezar hilbijêrên tirk ên qeydkirî, li Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Pekînê û herwiha li konsolosxaneya Tirkiyeyê ya li Şanghay, Guangcou û Hong Kongê sindoq hatin danîn.
Dengdayîna ku îro ji bo tirkên li derva li gorî dema herêmê di saet 09.00an da dest pê kir, wê heya saet 21.00an bajo.
- Azerbaycan
Dengdêran, li ser sindoqên li Balyozxaneya Baku û konsolxaneyên Naxçivan û li Genceyê yên Tirkiyeyê li gorî saeta Tirkiyeyê 08.00an de dest bi dengdayînê kirin.
Ji bo dengdayînê li Balyozxaneya Bakuyê 5, li konsolxaneyan jî 7 sindoq hatin danîn.

Li Azerbaycanê li paytext Bakuyê 5 hezar û 832, li Genceyê 213 û Nahçivanê jî 234, bi tevahî 6 hezar û 279 dengdêr hene. Dengdayîn li gorî saeta Tirkiyeyê heta saet 20.00an dê dewam bike.
Hat dîtin ku li Bakuyê welatî eleqeyeke mezin nîşanî dengdayinê dikin.
Lijneya Hilbijartina Bilind (YSK) ji bo dengdayîna li Tirkiyeyê li derveyê welêt li 57 welatan 120 cihên sandoqê vekir.

- TIBLÎS
Welatiyên tirk yên li Gurcistanê ji bo guhertina makezagonê dengdayîna gel a 16ê nîsanê li Tiblîs û Batûmiyê çûn ser sindoqê.
Welatiyên tirk ji bo dengdayînê sarê sibê ji saet 09.00an heta 21.00an ve li balyozxaneya Tiblîs û li Konsolxaneya Batûmiyê yên Tirkiyeyê dê li ser sindoqan dengên xwe bidin.
Endamê Komîsyona Sindoq yê balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Tiblîsê û katîbê duyem yê balyozxaneyê Bûrak Bahçecî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku dengdayîn di rewşeke aram de derbas dibe.
Bahçecî got ku li Gurcîstanê ji Tiblisê 953, ji Batûmiyê 836 bi tevahî 1789 dengdêr hene.

- KÎEV
Hilbijêrên tirk ên ku li Ukraynayê dijîn ji bo referanduma guhertina destûrê ya ku dê di 16ê nîsanê da li Tirkiyeyê were kirin, çûn ser sindoqan.
Li Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Kîevê û li Serkonsolosxaneya Tirkiyeyê ya li Odessayê sindoq hat danîn.
Serê sibê di saet 09.00an de raydayînê dest pê kir, raydayînê wê şev di saet 21.00an de biqede.
Li Kîevê hezar û 397 hilbijêr û li Odessayê jî hezar û 337 hilbijêr hene.
Bi giştî 2 hezar û 734 hilbijêrên ku qeyda wan li Ukraynayê heye eleqeyeke mezin nîşanî referandumê dan.
Dengdayîn li derveyê welêt îro bi dawî dibe lê li gumrikê dê heta 16yê nîsanê dewam bike.