Haydar Şahin
01 Gulan 2018•Rojanekirin: 01 Gulan 2018
QAHIRE
Hat ragihandin ku li Misrê Mihemed Ebû Terîqeyê gogbaz jî tev hezar û 529 kes cara 3yan tevlî "lîsteya terorê" kirin.
Li gor biryara di Rojnameya Fermî da hat weşandin, Dadgeha Ceza ya Qahireyê hezar û 529 kesên ku Ebû Terîqe jî tev e hilda lîsteya terorê.
Kesên ku tevlî lîsteya terorê kirine dikarin îtirazî Dadgeha Karûbarên Acil bikin.
Li gor qanûna teze ya ku destûrê dide dest bidin ser malên terorîst û rêxistinên terorê, kesên hildane nav lîsteya terorê ji bo îtirazê ew ê di dewsa Dageha Temyîzê da serî li Dadgeha Karûbarên Acil bixin.
Heman dagehê di rêbendan û hezîrana sala par da Ebû Terîqe û rêvebirên Îxwanê hildabû nav lîsteya terorê lêbelê Dadgeha Temyîzê biryar betal kiribû.
Kesên ku navê wan tevlî lîsteya terorê dikin nikarin ji welêt derkevin û nikarin werin welêt.
Li gor qanûnên Misrê kesên ku navê wan tevlî lîsteya terorê dibin nikarin ji welêt derkevin û werin welêt.
Betirpêrar bi îdiaya "fînasekirina hin çalakiyên terorê" va dest dabûn ser malên Mihemed Ebû Terîqeyê gogbazê populer ê alema Ereban.
Li Misrê qanûna ku dibêje dikarin dest bidin ser malên rêxistinên terorê û terorîstan di Rojnameya Fermî da hatibû weşandin û di 22yê nîsanê da ketibû rewacê.