Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên darazê bi dest xist, "ji ber teşwîqkirina sûcê tundiyê" Dadgeha Ceza ya Mînyayê der barê 529 kesên li dijî derbeyê de biryara derdekirinê da û biryar hat dayîn ku dosyeyan sewqî miftî bikin. Di rûniştinê de der barê 16 kesan de jî biryara berdanê hat dayîn.
Serokê Sendîkaya Parêzeran a Mînyayê Tariq Fûde daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku dema ku biryar hat xwendin ji parêzer û bersûcan kes di rûniştinê de nebû.
Biryara hat dayin, biryara pêşîn e der barê kesên li dijî derbeyê hat dayin. Derbe di 3yê tîrmehê de pêk hatibû.