İbrahim Atmaca
10 Adar 2019•Rojanekirin: 11 Adar 2019
Li Arakana eyaleta Myanmarê êrîşî qereqolekê kirin û 9 polês hatin kuştin.
Alîkarê Midûrê Emniyetê yê eyaleta Arakanê Maung Maung Soe daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku qasî 100 endamên rêxistina bi navê Artêşa Arakanê duh bişev li gundê Yoetayoteyê ya nêzî Sittweyê êrîşî qereqolê kirin.
Maung Maung Soe ragihand ku di êrîşê da 9 polêsên ku li qereqolê bûn hatin kuştin.
Rêxistina Artêşa Arakanê li eyaletê bi daxwaza xweseriyê çalakiyên çekdar dike. Rêxistin berî niha li eyaletên Kaçîn û Şanê jî bi eskerên Myanmarê ra ketibûn pevçûnê.
Artêşa Myanmarê di meha rêbendanê da piştî êrîşa ku 13 polês tê da hatin kuştin, 9 polês birîndar bûn, Artêşa Arakanê wek rêxistina terorîst îlan kiribû.