Serokê Meclisa Bajêr ya Enbarê Sabah Kerhût der barê pevçûnê de daxuyanî da û got ku milîtanên DÎŞIyê êrîşî devera Hadîseyê ya li ser Enbarê kirin.
Kerhût ragihand ku di şerên navbera eşîr û komên çekdar ên artêşa Iraqê û rêxistinê de 15 milîtanên DÎŞIyê hatin kuştin û 10 wesaîtên rêxistinê hatin îmhakirin. Her wiha di pevçûnê de 2 leşker hatin kuştin û yek jî birîndar bûn.
Li Iraqa ku ev demek e valahiya rêvebiriyê û rageşî heye, pevçûnên ku piştî komên çekdar ên DÎŞIyê Mûsil û hin bajarên dinê bi dest xistin, her ku diçe zêde dibin.