Önder Beyter
10 Adar 2019•Rojanekirin: 11 Adar 2019
Komên terorên ku rejima Beşar Esed û Îran piştgiriya wan dike, di êrîşa topxaneyên li "Herêma Kêmkirina Şer a Îdlibê" da navenda Parastina Sivîlan kirin hedef. Xwebexşekî Parastina Sivîlan hat kuştin.
Hêzên rejimê li "Herêma Kêmkirina Şer a Îdlibê" li navçeya Morîkê bi topxaneyan êrîşî navenda Parastina Sivîlan (Baretspî) kirin.
Di êrîşê da xwebexşekî Parastina Sivîlan hat kuştin, di navendê da jî ziyaneke mezin çêbû.
Duh jî li Cîsr eş-Şuxurê balafireke cengê ku hat ragihandin ya Ûris e, li baregeha çavdêriyê ya mixalifan dabû, xesareke mezin gihîştibû navendeke Parastina Sivîlan û xwebexşek hatibû kuştin.
Di êrîşên ji beşa û asîman ên rejima Esed û piştevanên wê yên li dijî şêniyên sivîl ên li "Herêma Kêmkirina Şer a Îdlibê" yên ji serê salê vir va da herî kêm 117 sivîl hatin kuştin, ji 342yan jî zêdetir sivîl birîndar bûn.
Hêzên rejimê ligel rêkeftina Soçiyê, êrîşên xwe didomînin. Ew berpirsiyariya Rûsyayê ku di çarçoveya peymana Astanayê da bû garantorê rejima Esed, heye ku rê li êrîşên rejimê bigire.