04 Mijdar 2016•Rojanekirin: 04 Mijdar 2016
MUSUL
Hat ragihandin ku 6 texmên li nêzîkî navenda Mûsila bajarê Iraqê ji destê DEAŞê hatin xilaskirin.
Fermandarê Operasyonên Nînovayê Ebdilemir Reşîd Yarullah di daxuyaniya xwe ya nivîskî da got, "Hêzên têkoşîna dijî terorê texmên Melayîn, Semah, Xadra, Kerkûklî, Qudis û Keramayê xilas kirin."
Yarullah diyar kir ku alayên Iraqê di avahiyên hikûmetê yên li texmên ku hatin xilaskirin da darda kirin.
Operasyona xilaskirina Mûsilê ya ku artêşa Iraqê, hêzên polêsan û pêşmergeyên Rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê dikin û hêzên koalisyona navneteweyî jî ji hewayê piştgiriyê didin ev 19 roj e dewam dike.
DEAŞa rêxistina terorê piştî ku di hezîrana 2014an da yekîneyên artêşê ji Mûsilê vekişiyabûn bajar bi dest xistibû.