Elif Orhan
09 Mijdar 2018•Rojanekirin: 09 Mijdar 2018
MUSUL
Li Mûsila bajarê Iraqê di êrîşa ku bi wesayîta bombebarkirî hat kirin de 3 kes mirin, 6 kes jî birîndar bûn.
Ebdulqadir Cubûriyê li Midûriya Polêsên Mûsilê peywirdar daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku li aliyê rojava yê Mûsilê nêzî restoranekî wesayîta bombebarkirî hat teqandin. Cubûrî da zanîn ku li gor tespîtên ewil di êrîşê de 3 kes mirin, 6 kes jî birîndar bûn, cihê bûyerê xistin bin kordona ewlehiyê de.
Cubûrî got ku hêj tu kesî berpirsyariya êrîşê hilneda ser xwe lê belê DEAŞa rêxistina terorê ji bûyerê berpirsyar digirin.
Serokwezîrê Iraqê yê berê Heyder eEbadî bi daxuyaniya ku di kanûna pêşîn a 2017an de dabû de ragihandibû ku "Mûsil piştî 3 salan bi temamî ji DEAŞa rêxistina terorê paş ve hat sitandin." Lêbelê DEAŞa ku bi taybetî li herêmên çolê yên bajêr li ser xeta sînorê Iraq-Sûriyeyê bi cî bûye car carna dijî hêzên ewlehiyê û sivîlan êrîşan li dar dixe.