İbrahim Atmaca
08 Mijdar 2018•Rojanekirin: 09 Mijdar 2018
AZEZ
Li navenda bajarê Ezazê ku dikeve bakurê Sûriyeyê, li kêleka dibistana El Endulusê wesayîta bombebarkirî teqiya û 7 zarok birîndar bûn.
Di êrîşa ku li kêleka dibistana El Endulusê hat kirin da hin camên dibistanê şikestin û dîwarê ewlehiyê hilşiya.
Ji ber ku zarok dema teqînê li derva nebûn, kuştî çênebûn.
Bi şîdeta teqînê perçeyên camên ku şikestin li xwendekaran ketin û 7 xwendekar birîndar bûn.
Hêzên emniyetê tevdîrên ewlehiyê zêde kirin û birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Li Ezazê di nav rojê da wesayîteke din a bombebarkirî teqiyabû û tiştek bi kesî nehatibû.
Hê tu kesî êrîş hilnedaye ser xwe.