Li gor çavkaniyên polêsan, otobês li nêzî gundê Lamachaûrê yê ku li rojhilatê paytext Katmandûyê, ji ciheke ku 100 mêtro bilind bû ket çem.
Di encama qezayê de 10 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn. Polês û gundiyan kesên ku ketin çem, ji çem derxistin û şandin nexweşxaneyên derdorê. Birîndar li nexweşxaneyan tên tedawî kirin.