Önder Beyter
21 Adar 2018•Rojanekirin: 22 Adar 2018
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Newroza ku ji Asyaya Navîn bigire heya Rojhilata Navîn û Balkanan li gelek welatî wekî hatina biharê tê pêşwazîkirin, li Navenda Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) hat pîrozkirin.
Li Neteweyên Yekbûyî ji bo "21ê Adarê Roja Newrozê ya Navneteweyî" ku bi biryara Lijneya Giştî ya NYyê ya 2010an va hatibû qebûlkirin, bernameya pîrozbahiyê hat lidarxistin.
Di çalakiya ku ji aliyê Nûnertiyên Mayînde li NYyê yên Tirkiye, Efxanistan, Azerbeycan, Hindistan, Îran, Iraq, Qazaxistan, Qirxizistan, Pakistan, Tacikistan, Tirkmenistan û Ozbekistanê va hat lidarxistin da peyamên aştî û biratiyê hatin dayîn.
- "Pêwîstiya dinyayê bi rihê newrozê heye"
Sekreterê Giştî yê NYyê Antonio Guterres jî beşdarî pîrozbahiyê bû. Guterres diyar kir ku ji 300 milyonî zêdetir însan, newroza ku tê wateya destpêkên nû, hatina biharê û nûbûna kirasê xwezayê, pîroz dikin û wiha got, "Newroz şansekî nû dide mirov da ku mirov peyreviya xwe ya aştî, pêşketina domdar û parastin û edilandina mafên mirovan teze bike."
Guterres bal kişand ku heger mirov li pevçûn, pirsgirêkên penaberan, dijmintiya biyaniyan û nijadperestiyê ya ku li ser rûyê erdê her ku diçe zêde dibe mêze bike, mirov dibîne ku ji bo aştî û edaletê pêwîstiya dinyayê bi rihê newrozê heye.
Nûnerê Mayînde yê Tirkiyeyê li NYyê Ferîdûn Sînîrlîoglu jî diyar kir ku ev 3 hezar sal e newroz ji Asyaya Navîn bigire heya Asyaya Başûr û Balkanan li gelek welatî ji aliyê gelek civakan va tê pîrozkirin.