Ferizat Kaya
15 Tebax 2017•Rojanekirin: 16 Tebax 2017
NEW YORK
Serokê DYAyê Donalt Trump piştî bu serok cara ewil hat New Yorkê. Piştî hatina Trump li ber derê mala xwe Trump Towerê hat protestokirin
Seroka Meclisa New Yorkê Melissa Mark-Viveritoya di nav çalakvanan da cih girt û ji bo Trump got " Em jê re nabêjin bi xêr hatî."
Piştî ku Tump di meseleya Koreya Bakur de gotinên aliyê şer digre bi kar anîn û êrîşên nijadperestî yên li bajarê Charlottesvilleya Virginiayê, bi hezaran kes li New Yorkê li cihên cuda kom bûn û ber bi avahiya Trump Towerê ve meşiyan.
Çalakvanên li ser kolana 5emîn kom bûn û piştî ku Donald Trumpê hat ber avahiya xwe, komê li hember wî slogan gotin. Her wiha komeke alîgirên Trump jî hat cihê bûyerê û car caran di navbera çalakvan û koma alîgirê Trump de nîqaş derketin.