Muhammet Kurşun
15 Tebax 2017•Rojanekirin: 15 Tebax 2017
MÛSIL
Hat ragihandin ku firokeyên koalîsyonê li Telaferê dest bi bomberdûmankirina hedefên rêxistina terorî DEAŞê kirin.
Fermande li Artêşa Iraqê General Şemseddîn Mûhemmed Enberî daxuyanî ya peyamnêrê AAyê û got firokeyên F-16 yên aîdî koalîsyonê bişev dest bi bomberdûmankirina navenda Telaferê kirin.
Enberî diyar kir ku heta niha 13 êriş hatine pêkanîn.
Herwiha Enberî anî ziman ku yekîneyên topxaneya Iraqê jî ji bejahiyê ve li hedefên DEAŞê dixin.
DEAŞê Telafera ku 63 kîlometre li rojavayê Mûsilê dikeve 16ê Hezîrana 2014an bi dest xistibû.