Haydar Şahin
17 Mijdar 2018•Rojanekirin: 18 Mijdar 2018
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Biryara Neteweyên Yekbûyî ya ku ya ji bo hesabdayînê bang dike û binpêkirina mafên mirovan a li Myanmarê şermezar dike piştgiriyeke mezin dibîne. Biryar di pêşîkêşiya Tirkiyeyê da hatibû dayîn.
Pêşnûmaya balê dikişîne ser binpêkirina mafên mirovan a li Myanmarê ya ku Tirkiyeyê li ser navê Teşkîlata Hevkariya Îslamî sponsoriya wê kiribû û Yekîtiya Ewropayê jî piştgirî dabûyê hat Lijneya Giştî ya NYyê û di komîteya 3yan a li ser mijarên mafên mirovan da hat ray hatin dayîn.
Biryara ku Tirkiyeyê pêşîkêşiyê dike li NYya 193 endamên wê hene piştgiriyeke mezin dît. Çîn jî tev 10 welat li dijî derketin, 25 welat bêalî man. Wekî mayîn 103 welat jî bûn sponsor.
Ferîdun Sînîrlîogluyê Nûnerê Daîmî yê NYyê yê Tirkiyeyê di komîteyê da li ser biryarê axivî û diyar kir ku li Myanmarê binpêkirina mafê mirovan ê Mislimanan û kêmnetewan civaka navneteweyî dixe fikaran.
Sînîrlîoglu bal kişand ku bi salan e gel li Myanmarê di nav tengasiya tundiyê da maye û bi zorê tê koçkirin, bûyerên ji 25ê taxa 2017an vir da diqemin jî ji bo vê mînaka dawîn e.
Nûner Sînîrlîoglu bal kişand ser rapora Misyona Lêpirsîna Myanmarê ya Serbixwe a Navneteyî ya NYyê ku tê da qala êrîşên "sîstematîk û hovîtiyê" dike û wiha pê da çû: "Ji bo vê rewşê bi dawî bikin dibê hikûmeta Myanmarê ji bo penaber di ewlehiyê da vegerin, bi hev ra di aştiyê da bijîn şert û mercên lazim dikin li eyaleta Arakanê pêk bîne."
Wekî mayîn Sînîrlîoglu got dibê hemû tundî werin bidawîkirin û destûr were dayîn ku alîkariya mirovahiyê derbasî herêmê bibe û wiha axivî: "Kiryarên tevlî tundiyê bûne ku teslîmî edaletê bikin ew ê pêşî li tundiyê were birîn û ev girîng e."