Abdullah Tel
17 Mijdar 2018•Rojanekirin: 18 Mijdar 2018
ANKARA
Berdevka Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê Heather Nauretê diyar kir ku destpêkirina îxrackirina nefta Kerkûkê rûdaneke erênî ye.
Nauertê di peyama ji ser hesabê xwe yê Twîtterê weşand da got: "Destpêkirina îxrackirina nefta Kerkûkê ya ji nû va bo hewlên me yên kêmkirina îxrackirina nefta Îranê rûdaneke erênî ye. Em ji ber zêde hewl û xebatan Balyozxaneya Bexdayê ya Amerîkayê, Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê û hikûmeta navendî ya Iraqê pîroz dikin."
Amerîka di çarçoveya mueyîdeyên li hemberî Îranê da merheleya duyemîn ji 5ê Sermawezê vir va kir rewacê û tê payîn ku îxrackirina nefta Îranê ya niha rojê nêzî 2 milyon warîl e bi vê sepanê va dakeve heta milyonek warîlî.
Tê ragihandin rêveberiya Washingtonê nefta Kerkûkê ji ber mueyîdeyên li hemberî Îranê ku bila di bazarê da kêmasiya neftê çênebe, wek alternatîf dibîne.
Berdevkê Wezareta Neftê ya Iraqê Asim Cîhad di daxuyaniya da nûçegihanê AAyê got: "Rojê di navbera 50 û 100 hezar bermîlî da neft ji Kerkûkê ber bi Keştîgeha Ceyhanê va tê îxrackirin."
- Sewqiyata nefta Kerkûkê çima hatibû sekinandin?
Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê di Hezîrana sala 2014an da bi hinceta parastina ji êrîşên DEAŞa rêxistina terorê li Kerkûkê di cihên ku artêşa Iraqê jê vekişiyan da bi cih bûn.
Kerkûk û bîrên neftê bi qasî 3 salan di bin kontrola Herêma Kurdistanê da man. Di 25ê Îlona sala 2017an da Herêma Kurdistanê referanduma serxwebûnê li dar xist. Hêzên hevkar ên girêdayî hikûmeta navendî ya Iraqê jî operasyon birin ser Kerkûk û herêmên binîqaş.
Hikûmeta navendî piştî ku kontrola Kerkûk û herêmên binîqaş hilda destê xwe sewqa nefta xam a ji Kerkûkê bi xetên boriyê yên Herêma Kurdistanê ber bi Keştîgeha Ceyhanê va dihat kirin dabû sekinandin.