Haydar Şahin
09 Adar 2019•Rojanekirin: 10 Adar 2019
Li Nîjeryayê gel 2 hefte piştî hilbijartina serokê dewletê û ya parlamentoyê îro ji bo hilbiajrtina walî û meclisên eyaletan diçe ser sandiqê.
Bi hilbijartinê ew ê waliyê 29 eyaletan û endamên meclisên 36 eyaletan werin bijartin. Li welêt ji bo 29 waliyên eyaletan 991 endamên ji partiyên cuda bûn namzed. Ji bo endamtiya meclisên eyaletan jî hezar û 82 kes bûn namzed.
Li Nîjeryayê 73 partiyên siyasî yên cuda xebatan dimeşînin. Di nav wan da yên herî hêzdar Partiya Demokratîk a Gel (PDP) û Kongreya Hemû Pêşketinxwazan (APC) in.
Hilbijartina walî endamên meclisan li piraniya welêt bi sikunet derbas dibe, tê texmînkirin ku li eyaletên Rîvers û Lagosê bûyerên tundiyê derkevin holê.
Encama hilbijartinê jî ew ê 2 roj piştî temambûna dengdayînê were eşkerekirin.
Li Nîjeryayê di hilbijartina seroktiya dewletê ya 2 hefte berê hat kirin da Mihemed Buxariyê namzedê APCyê bibû serokê dewletê. Buxarî ew ê di 29ê gulanê da sond bixwe û dest bi wezifeyê bike.