Waliyê Îstanbûlê Huseyîn Avnî Mutlu ji welatiyan xwest ku dema di van rojên sar de Sûriyeyiyên li kuçeyan dijîn dibînin bila wan agahdar bikin.
Mutlu destnîşan kir ku bi malbatên li kolanan dijîn re hevditîn pêk anîne lê digel hemû israrên wan, penaberan qebûl nekirine ku herin qampên ji aliyê kizilayê ve hatine çêkirin.
Walî Mutlu bangî welatiyan kir û wiha got: "Dema hûn penaberên Sûriyeyî yên li derve dijîn dibînin, li telefona Ewlekariyê 155, telefona 0212 455 56 67an a Miduriyeta Rewşa Lezgîn bigerin. An jî li ser hisaba xwe ya Twîttêrê ji me re binivîsin.