İSTANBUL
Waliyê Îstenbulê Huseyin Avni Mutlu diyar kir ku di danişîna 5ê tebaxê ya roja duşemê de tê payîn ku biryar bê eşkerekirin. Mutlu da zanîn ku bi daxwaza dadgehê danişîn dê bêyî temaşavanan bê lidarxistin.
Avni Mutlu li Wîlayeta Îstenbulê di gel Birêvebirê Ewlehiyê Hüseyin Çapkın û Fermandarê Cendirmeyan Serhengê Serkan Mehmet Artar daxuyaniyeke çepemeniyê da.
Mutlu daxuyand û got: ''Dê bersûcan, wekîlên mudafiyê, parêzeran, parlamenteran û endamên çapemeniyê bigirin hêwanê. Bi talîmata dadgehê temaşevanan dê negirin dadgehê. Bi vê biryara dadgehê polês û leşkerên me li dadgeh û derdora dadgehê li gor usûlê dê tevdîran bigirin.''