Önder Beyter
12 Gulan 2019•Rojanekirin: 12 Gulan 2019
Hat ragihandin, li rojhilatê bakurê Nîjeryayê ku welatekî Afrîkaya Rojava ye, di êrîşa biçek a rêxistina terorê Boko Haramê da 4 kes hatin kuştin, 5 kes jî hatin revandin.
Li gorî nûçeyên çapemeniya neteweyî, Dîrektorê Eyaleta Bornoyê yê Ajansa Rêvebirina Rewşa Bilez a Nîjeryayê (SEMA) Bello Dambatta diyar kir ku li herêma Njimtilo ya eyaletê mensûbên rêxistina terorê eletexmînî gule agir kirin.
Dambatta destnîşan kir ku di êrîşê da 4 kes hatin kuştin, gelek kes birîndar bûn û herwiha 5 kes jî hatin revandin.
Ji aliyekî din va jî Berdevkê Artêşa Nîjeryayê Musa Sagir di daxuyaniya xwe da diyar kir ku li herêma Gulwa ya eyaleta Bornoyê hêzên ewlekariyê û rêxistin bi hev çûn û di encamê da 7 terorîst hatin kuştin.
Sagir got ku di pevçûnê da gelek terorîst birîndar revîn û herwiha qederek muhîmat jî hatin bidestxistin.
Li Nîjeryayê ji serê salên 2000î vir va rêxistina Boko Heramê hebûna xwe didomîne û herwiha di çalakiyên tundiyê yên girseyî yên vê rêxistinê yên ji sala 2009an vir va da jî ji 20 hezarî zêdetir însan hatin kuştin.
Rêxistin ji 2015an vir va li welatên cîran Kamerun, Çad û Nîjerê jî êrîşan dike. Di êrîşên rêxistinê yên li keviya Gola Çadê da herî kêm 2 hezar kes hatin kuştin.
Berdevkê berê yê Boko Haramê Ebû Mûsab el Barnawî di 2016an da wekî serokê nû yê rêxistinê hatibû ragihandin. Ev biryar jî di navbera Ebûbekir Şekau ku ji sala 2009an vir va serokê rêxistinê bû û Barnawî da bûbû sedemê nîqaş û perçebûnê.