Qenala NTAyê ya dewletê ragihand ku kesên çekdar ên texmîn dikin ku milîtanên Boko Haramê ne, êrîşî gundê Kûmmabzaya li herêma Damboayê kir.
Çavkaniyên herêmî agahî dan televîzyonê û gotin ku êrîşkaran mal şewitandin, gule barandin li ser gel û nêzîkî 60 zarokên keç yên ku temenên wan di navbera 3 û 12 salan de ne revandin.
Navê Boko Haramê di zimanê heremî de tê wateya "Perwerdeya bi awayê rojavayiyan qedexe ye" li Nîjeryeya ku 160 milyon kes wir dijîn û welatê herî mezin ê Afrîkayê ye, fealiyet dike.
Serokê rêxistinê Mihemed Yûsif di dema ku girtî bû mir û endamên rêxistinê li ser vê yekê di sala 2009an de dest bi çalakiyên bi şîdet ên girseyî kirin. Endamên rêxistinê di 14ê nîsanê de ji dibistaneke li bajarê Chîbokê gelek keç revandibûn. Ji xwendekarên keç tenê 54 kes vegeriyabûn û aqibeta keçên din nehatibû diyarkirin.
Serokê rêxistinê Ebûbekîr Şekaû demek beriya niha ji ser înternetê dîmen weşandibûn û dabû zanîn ku xwendekarên keç bi destê milîtanên Boko Haramê ve hatin revandin û dê bi milîtanên di girtîgehan de re bên guhertin.