ANKARA
Serokê Eniya Tirkmenên Iraqê Erşed Salihî îdia kir ku Iraq perçe bûye û wiha dewam kir: "Divê teqez hikûmeteke hevkar bê avakirin. Heke neyê avakirin Iraqê perçe bibe û ev yek jî ne bi kêrî şiiyan, ne bi kêrî suniyan û ne jî dê bi kêrî gelê kurd bê. Di rewşeke wiha de herî zêde jî dê tirkmen zirarê bibînin."
Salihî û lijneya ku pê re bû duh li Enqereyê der heqê rewşa tirkmenan, şerê li Iraqê û êrîşên DÎŞIyê de bi Wezîrê Karên Derve Ahmet Davûtoglû re hatin bal hev û hevdîtin kirin. Salihî fikr û ramanên xwe jî bi nûçegihanê AAyê re parve kir.
Di daxuyaniya xwe de Salihî ewilî bal kişand ser êrîşên endamên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) ku Telafer jî di nav de dibin ser herêmên tirkmen lê dijîn û wiha got: "Artêşa Iraqê di demên dawîn de gelek bê hêz ket û ev rewş jî bi caran di rojeva parlementoyê de cih girt û hat nîqaşkirin. Bi taybetî jî hêzên artêşê yên ku ji Mûsilê bi awayekî lez vekişiyan gelek tişt pirs anîn bîra mirov. Ji ber ku artêşa Iraqê bê hêz ket DÎŞI jî bi awayekî lez pêşveçû.
"Em ji Tirkiyeyê razî ne"
Salihî der heqê kampanyayên xurek û xwarinê ya ku Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Acîl û Afatê ya Serokwezîriyê (AFAD) ji bo tirkmenan birêve dibe û piştgiriya ku Tirkiye dide tirkmenan spasiya xwe anî ziman û destnîşan kir ku ew alîkarî ji bilî Sîncarê dibe ku ji Mûsil, Telafer, Kerkûk, Tûzxûrmatû, Tazexûrmatû û Diyalayê re jî bê şandin.
Rewşa tirkmenên ku ji ber şer û pevçûnê koç dikin jî Salihî bilêv kir û da zanîn ku rewşa wan kesan perîşan e û wiha dewam kir: "Leşkerên li Kerkûkê bûn li gor yên Mûsilê li hemberî DÎŞIyê piçek li ber xwe dan. Lê mixabin hemû cebilxaneya bajar hat talankirin û ji Hewlêr û Silêmaniyeyê re hat şandin. Divê tiştek wisa nehatibiya kirin lewra niha em ji ber wê tevgerê ketine nav tengasiyê. Heke cebilxane hebiya wê demê derdora Kerkûkê jî dê bihata parastin."
Li gor Salihî, Misûl ji bo artêşa Iraqê bû cihê têkçûnê û wiha pê de çû: "Saziyên sîxûriyê yên li welêt gelekî bê kêr in. Rayedarên di leşkeriyê de jî qet welatê xwe nafikirin. Di nav kesên ku piştgiriyê didin DÎŞIyê de baasî û hin kom hene. Mûsil niha bûye qada komên radîkal yên biçek. Bi tenê heke artêşeke bi hêz bê avakirin Mûsil ji destê DÎŞIyê dê bi wî awayî bê xelaskirin. Bi balafiran bombebarandina ser bajêr tiştekî ne rast e, lewra sivîlê can bidin û bajarê jî dê zirarê bibîne. Ji ber vê yekê jî divê li gor rê û rêbazên siyasî meriv tevbigere."
Salihî îdia kir ku Kerkûk di ewlehiyê de nîne û niha li wê derê pêşmerge, polês û hêza ku ji tirkmenan pêk tê cih digre û wiha axivî: "Li wê derê destê her kesî li ser tetikê ye û dixwazin ku tiştekî bikin. Lê heta niha gundê Beşîrê ku di destê DÎŞIyê de ye nehatiye sitendin, me dike nav fikarê. Lêkolînên me yên di vê mijarê de didomin. Dibe ku di vê mijarê de berjewendiyên siyasî hebin. Tirkmenên Tazexûrmatû û Beşîrê cihê xwe terikandin û xwe sipartin Kerkûkê."