Ji niştecihên Potîskuma paytextê eyaletê Ehmed Muxtarî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku teqîn dema ku zarok diketin dibistanê qewimî.
Muxtarî got ku piraniya kesên ku mirin xwendekarên dibistana navîn in.
Nûnerê Potîskumê yê Hereketa Îslamî ya Nîjeryayê Mistefa Potîskum jî got ku "Kesên ku ev êrîş kirin, kesên bêrehm in. Bi kuştina zarokên biçûk dê çi bikeve destê wan? Rewşa derasayî ya li herêmê dê di navbera çend rojan de biqede. Ji ber vê yekê jî dîsa bûyerên şîdetê zêde bûn." û bertek nîşanê êrîşê da.
Li Potîskumê di 3yê sermawazê de di êrîşa li ser şiiyên ku roja aşûreyê pîroz dikirin, hat kirin de 29 kes miribû.