Haydar Şahin
25 Mijdar 2017•Rojanekirin: 25 Mijdar 2017
ÎSLAMABAD
Di êrîşa xwekujiyê ya li Ketaya bajarê Pakistanê da yekê wan zarok 4 kes hatin kuştin.
Rayedarên herêmî diyar kirin ku di êrîşa xwekujiyê ya li dijî wesayîta polêsan da li gor tesbîtên ewil 4 kes hatin kuştin û 19 kes jî hatin birîndarkirin.
Har ragihandin ku rewşa hin birîndaran giran e.
Hê tu kesî berpirsyariya êrîşê hilnedaye ser xwe.
Êrîşên li dijî rayedarên payebilind ên Pakistanê di van demên dawîn da balê dikişînin.
Do jî li Peşawerê êrîşa xwekujiyê biribûn ser wesayîta Mihemed Eşref Nûrê mifetişê polêsan, di êrîşê da Nûr û parêzvanê wî hatibûn kuştin, 4 kes birîndar ketibûn.