Haydar Şahin
25 Mijdar 2017•Rojanekirin: 27 Mijdar 2017
QAHIRE
Hejmara kesên ku di êrîşa terorê ya li ser Mizgefta Rewzayê ya li Bîr el-Ebda navçeya Arîşa bajarê Misrê da hatin kuştin gihîşte 305an.
Di daxuyaniya nivîskî ya Serdozgeriya Misrê da hat diyarkirin ku êrîş bi destê DEAŞa rêxistina terorê hat kirin û hejmara êrîşkaran jî di navbera 25 û 30yî da ye.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Kesên ku di mizgeftê da bûn ferq kirin ku di dema xutbeyê da 25-30 kesên çekdar ên ku di destê wan da alayên DEAŞê hene dirûşmên DEAŞê dixwînin. Paşê terorîstan deriyê mizgeftê û 12 pencereyên mizgeftê ji xwe ra xistin kozik û gule di ser cimaetê da barandin. Li gor tesbîtên dawîn di êrîşê da 27ê wan zarok bi tevahî 305 kes hatin kuştin û 128 kes jî hatin birîndarkirin."
Wek mayîn di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku êrîşkar bi 5 kamyonetan va hatin dewsa bûyerê û agir berî wesayîteke welatiyan dan.
Di daxuyaniya fermî ya ku do hatibû dayîn da hatibû diyarkirin ku di êrîşê da 235 kes hatine kuştin û 109 kes hatine birîndarkirin.