Haydar Şahin
17 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 18 Tîrmeh 2020
Li nêzî Laeya bajarê Papua Gîneya Teze erd bi lerza 6,9an hejiya. Pişt erdhejê hişyariya tsunamiyê hat dayîn.
Li gor xebera Radyo Zelandaya Nû, navenda erdhejê Wauya gundê li nêzî bajarê Laeyê ye û piştî erdhejê Navenda Hişyariya Tsunamiyê ya Pasîfîkê ji bo peravên Papua Gîneya Teze hişyariya tsunamiyê da.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê diyar kir ku mezinahiya erdhejê 6,9 e û di saet 13.00an da erd hejiya. Erdhej 85 kîlomêtre di binê erdê da çêbû û hê nayê zanîn gelo tiştek bi tu kesî an jî tiştekî hat yan nehat.