Abdullah Tel
17 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 18 Tîrmeh 2020
Li bakurê rojhilatê Nîjeryayê di operasyona li dijî Boko Harama rêxistina terorê hat kirin da kampeke rêxistinê bi bombebarandinê îmhe bû û gelek terorîst hatin berterefkirin.
Berdevkê Wezareta Parastinê John Enenche daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku li herêma Ngwurî Gana ya ser eyaleta Bornoyê li hemberî Boko Haramê êrîşa hewayî hat kirin.
Enenche destnîşan kir ku di êrîşan da kampeke rêxistinê hat îmhekirin û gelek terorîst hatin berterefkirin.
Ji salên 2000î vir va Boko Harama rêxistina terorê li Nîjaryayê serî da û di êrîşên wan ên ji 2009an vir da zêdetirî 20 hezar kesî can dan.
Ji sala 2015an vir va jî rêxistin li Kamerûn, Çad û Nîjera welatên cîran êrîşan dibe serî û di êrîşên li dor û berê Gola Çadê bir serî da jî herî kêm 2 hezar kes mirin.