DIHOK
Şandeyeke ku Alîkarê Serokomarê Iraqê Ûsame el-Nûceyfî, Wezîrê Parastinê yê Iraqê Xalid el-Ûbeydî û Waliyê Mûsilê Esil el-Nûceyfî jî di nav de bûn çû Kampa Dûberdanê ya li Berdereşa navçeya Dihokê. Leşkerên li vê derê ji bo rizgarkirina Mûsilê tên perwerdekirin.
Alîkarê Serokomar Nûceyfî li kampê daxuyanî da rojnamegeran û got: "Ji bo ku em rewşa polês û leşkerên xwe yên egît ên ku di rizgarkirina Mûsilê de dê cih bigirin baş bibînin hatin serdana wan. Leşkerên me yên li vê derê ji bo ku di demeke kurt de Mûsilê rizgar û azad bikin tên perwerdekirin.
Nûceyfî xwest ku bi hemû dinyayê re peyamekê parve bike û wiha got: "Pirsgirêka Mûsilê, ji bo serkeftina bi têkoşîna li dijî terorê di nav mijarên sereke de cih digire. Mûsil heta ku di destê teroran de be ew ê geflêxwarinên ser welatiyên me û mirovahiyê bidomîne. Em dixwazin ku hemû hêzên piştgiriyê didin têkoşîna li dijî terorîzmê bila piştgirî û girîngiyê bidin operasyona rizgarkirina Mûsilê. Ji bo ku em bikaribin bi awayekî xurt bikevin vî şerê hanê ji me re piştgiriyên teqwiye hewce dikin."
Nûceyfî destnîşan kir ku ew her tim bi xelkê Mûsilê re di nav têkiliyê de ne û şêniyên Mûsilê ji bo ku di şerekî li dijî DÎŞIyê bê kirin de cih bigirin amade ne.
-"Pêşmerge û yekîneyên artêşê li heman eniyê ne"
Ji Nûceyfî hat pirsîn ku di operasyona rizgarkirina Mûsilê de gelo ew ê pêşmerge jî cih bigirin yan na? Alîkarê Serokomarê Iraqê wiha bersiv da: "Hêzên pêşmergeyan, artêşa Iraqê û şervanên eşîran niha li Guwer û Mexmûrê li heman eniyê li dijî dijmin şer dikin. Duh êvarê jî li Guwerê şerekî mezin hebû. Ji van hersê koman jî xwîna merivên me rijiyan ser erdê. Em bi pêşmergeyan re li hev dikin û bi rayearên kurd re jî her tim diaxivin û hay ji hev hene, têkiliyên me jî niha baş in. Mûsil heta ku di nav ewlehiyê de nebe li Kurdistanê jî ewlehî tuneye. Bi heman awayî heke Kurdistan jî di nav ewlehiyê de nebe ji bo Mûsilê jî ewlehî tuneye."
Nûceyfî destnîşan kir ku ji bo rizgarkirina Mûsilê niha şert û merc li cih in û wiha pê de çû: "Tiştê ku hewcedariya me pê heye zêdetir çek, hêza leşkerî û perwerdehî ye. Di şerekî li dijî terorîzmê de ji bo qada siyasî û hikûmeta Iraqê hewcedarî bi piştgirî û hêzên navneteweyî heye. Rêxistina mafyayê ya ku li Mûsilê hatiye avakirin li hemberî hêzên me dê nikaribe li ber xwe bide. Em li bendê ne ku çekên ku Bexda û hêzên koalîsyonê soz dabûn ji me re bişînin bigihêjin destên me."
-"Pirsgirêka me ya çekan heye"
Wezîrê Parastinê yê Iraqê Ûbeydî pesnê wan kesên ku li qampê tên perwerdekirin da û diyar kir ku ew ê li hemberî DÎŞIyê şerekî hêja bikin.
Ûbeydî ragihand ku ji ber hin pirsgirêkan ew ê cihê kampê biguherînin û ji bo rola pêşmergeyan jî got: "Di parastina axa Iraqê de pêşmergeyan wezîfeyeke pir giran hilda. Em di nav xebateke ku baş de ne û di rojên pêş me de ji bo ku vê têkiliyê zêdetir bikin em ê hewl bidin. Hikûmeta Iraqê ji bo azadkirin û rizgarkirina Mûsilê bi şev û bi roj amadehiyan dike. Pirsgirêka me ya çekan heye. Em li bendê ne ku ji me re di rojên pêş me de çekên giran û cebilxane bên."
Hat pirsîn "Gelo wê kî tevlî operasyonê bibe û ji aliyê kê ve bê birêvebirin?" Ûbeydî jî got: "Em ê bi tenê yekîneyên artêşa Iraqê ya ku ji bo şer hatine wezîfedar kirin bi rê ve bibin. Têkilî û tevgerên xwe yên bi hêzên din re jî em ê bi ahengî bidomînin."
Şandeya ku serokatiya wê Nûceyfî dike duh jî yekîneyên artêşê û hêzên pêşmerge yên ku li Mexmûr û Guwerê li hemberî dijmin şer dikin, ziyaret kiribû.