03 Nîsan 2017•Rojanekirin: 04 Nîsan 2017
MOSKOVA
Di du teqînên cuda ên di metroya St. Petersburga bajarê Rûsyayê da herî kêm 9 kes mirin.
Di îstasyona "Qada Sennaya" û ya "Enstîtuya Teknolojiyê" yên metroya St. Petersburgê da du teqînên cuda çêbûn.
Di nûçeyên çapemeniya Rûsyayê da hat destnîşankirin ku sedema teqîna li îstasyona Qada Sennayayê, bombeya ku di vagona trênê da hatibû bicihkirin e.
Piştî teqînên ku herî kêm 9 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn, 7 îstasyon hatin girtin, gelek ekîbên polês û yên rizgarkirinê şandin ciyê bûyerê.
- Putîn li St. Petersburgê ye
Dema teqînan rû dan, Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn jî li St. Petersburgê ligel Serokê Dewleta Berlarûsê Aleksandir Lûkaşenko di civînê da bû. Pûtîn ji serokê Servîsa Ewlekariya Federal (FSB) rapor stand.
Pûtîn bal kişand ku êrişa terorî di nava îhtimalan da ye û herwiha sersaxî da xizmên qurbaniyên teqînê.