Önder Beyter
28 Gulan 2018•Rojanekirin: 28 Gulan 2018
GAZÎANTEP
Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul der heqê parvekirina Komeleya Bîrdariya Ataturkparêz (ADD) a pesindana 27ê Gulanê derbeya eskerî da wiha got, "Li paş tu derbeyê milet tune, li paş derbeyan bi tu awayî vîna neteweyî tune, di rastiyê da derbeyê lê didin û vîna neteweyî ji holê radikin."
Gul di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên li Gazîentabê da li Jûra Bazirganiyê ya Nîzîpê bersiv da pirsên rojnamegeran ên der heqê rojevê da.
Gul, daxuyaniya ADDê ya li ser medyaya civakî wekî, "daxuyaniyeke ne di cih da" tewsîf kir û wiha dewam kir, "Bi tu awayî nayê qebûlkirin ku komeleyeke evreng fermî rabe û pesnê derbeya 27ê Gulanê ya dijî serokwezîr û hikûmeta hilbijartî ya vî welatî bide û dardakirinê mîna ku tiştekî erênî ye, binirxîne û herwiha bêje ku di paş derbeyê da milet jî heye."
Gul axaftina xwe wiha domand, "Li paş tu derbeyê milet tune, li paş derbeyan bi tu awayî vîna neteweyî tune, di rastiyê da derbeyê lê didin û vîna neteweyî ji holê radikin. Em bi tundî şermezar dikin. Di salvegera 27ê Gulanê da parvekirineke bi vî rengî di rastiyê da li hemberî Menderesê ku ji nava gel derketiye jî bêrêzî ye. Ev daxuyanî hem li hemberî Menderes bêedebî ye û herwiha hem jî 80 milyon însanê me ji vê daxuyaniyê nerazî ye. Helbet wê lêkolîna hiqûqî were kirin. Heger sûcek were tesbîtkirin, çi meqamên eleqedar çi meqamên edlî wê lêpirsînên xwe bikin. Lêbelê wekî ewlad û siyasetmedarekî vî miletî, ez vê bêrêzî û bêhiqûqiya li dijî Menderes û vê pesindana derbeyê bi tundî şermezar dikim."