İbrahim Atmaca
28 Gulan 2018•Rojanekirin: 28 Gulan 2018
ÎSLAMABAD
Li Pakistanê Serokê Mehkemeya Makezagonê yê berê Nasirul Mulk wek Serokwezîrê hikûmeta ku wê welêt bibe hilbijartinê hat tayînkirin.
Serokwezîr Şahid Hakan Ebbasî civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir, ew digel serokê Partiya Gel a Pakistanê ya mixalefetê Xurşîd Şah û gelek navan sekinîn û wan li ser Mulk li hev kir.
Li Pakistanê di 25ê tîrmehê da hilbijartin wê were kirin wezîfeya hikûmeta niha wê di 31ê gulanê da kuta bibe, serokwezîrê berwext û hikûmeta wî wê di 1ê hezîranê da hikûmetê dewr hilde.