Muhammet Kurşun
28 Gulan 2018•Rojanekirin: 29 Gulan 2018
HASEKE/ANKARA
Erebistana Siûdî, ji bo hêzên Ereb ên li bakurê Sûriyê digel YPG/PKKê hereket dikin yekîneyekê ava bikin piştgiriyê dide.
Peyamnêrên AAyê yên li Hesekeyê ragihandin ku 3 şêwirmenên eskerî yên Erebistana Siûdiyê roja înê çûn Kobanê û li Xerab Işkê li binkeya Amerîkayê digel YPG/PKKê hevdîtin kirin.
Li gor agahiyan Siûdî dixwaze bi hemahengiya Artêşa Senadîdê ku di bin banê YPG/PKKê de şer dike yekîneyeke Ereb ava bike û loma heyet şandiye herêmê.
Berpirsên Siûdiyê ji bo kesên tevlî yekîneyê bibin soza 200 dolar meeaşî daye, ji bo teleban jî li Heseke û Qamişloyê xalên pêwendiyê ava kirine.
Hêza nû ya bi piştgiriya Siûdiyê dê beşeke Federasyona Sûriyeya Bakur be ku YPG/PKKê îlan kiriye.
Rêxistinê 17ê Adara 2016an ragihandibû ku li bakurê Sûriyê federasyon îlan kiriye.