Haydar Şahin Abdullah Tel
14 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 15 Tîrmeh 2018
BEXDA
Li başûrê Iraqê ji ber kêmasiya xizmetê û birîna ceyranê çalakiyên ku gel dabûn destpêkirin dewam dikin û bi heman sedemî li Bexdayê jî didomin.
Welatiyên li herêma eş-Şûle ya rojavayê Bexdayê dikeve û herî zêde Şiî lê dijîn daketin kuçe û kolanan û dijî hikûmetê çalakî li dar xistin. Çalakvan li ser kolanan gihîştin hev û bang kirin ku rayedar îstifa bikin.
Hin kesan dema ku hêzên ewlehiyê hatin cihê çalakiyê tekerên tirimbêlan şewitandin.
Tirs ew e ku çalakiyên bi vê mebestê li deverên din ên Bexdayê jî bên lidarxistin.
Li bajarên başûrê Iraqê ji ber kêmasiya xizmetê û birîna ceyranê welatiyan dest bi çalakiyan kiribûn û ew hê jî dewam dikin. Çalakvanan agir berî avahiyên partiyên Şiiyan ên li wan bajaran dabûn.
Ji ber çalakiyên ku li başûrê welêt dest pê kirin û ber bi Bexdayê hatin hikûmetê înterneta bajêr birî. Konseya Ewlekariya Iraqê jî di seroktiya Serokwezîr Heyder Ebadî da acil kom bû.
Çalkiyên li başûrê welêt ji ber tunebûna xizmetan û birîna ceyranê dest pê kiribûn li Bexdayê jî dest pê kirin.
Li Şûleya herêma rojavayê Bexdayê ya ku Şiî lê dijîn jî welatî derketin kûçe û kolanan û li dijî hikûmetê çalakî li dar xistin. Çalakvan li kolana sereke kom bûn û bangî hikûmetê kirin ku îstifa bike.
Dema hêzên ewlekariyê hatin ciyê bûyerê hin kesan lastîkên wesayîtan şewitandin.
Hat dîtin ku hêzên ewlekariya Iraqê tevdîrên ewlehiyê yên li bajêr zêde kirin û rêyên diçûn Herêma Kesk a avahiyên hikûmetê lê ne hatin girtin.
- Înterneta bajêr hat birîn
Wekî mayîn Konseya Ewlekariya Iraqê ji bo rewşa li welêt binirxîne di seroktiya Serokwezîr Heyder Ebadî da acil kom bû.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê ji saziyên înternetê yên li Bexdayê xizmetê didin sitand, wezareta eleqedar înterneta bajêr da birîn.
Ditirsin ku çalakî li herêmên din ên Bexdayê jî belav bibin.