Muhammet Kurşun
01 Mijdar 2017•Rojanekirin: 02 Mijdar 2017
DIHOK
Li Deriyê Sînorî Pêşxabûrê yê di navbera Herêma Kurdistanê û Sûriyê de çûnûhatin bi awayekî asayî berdewam e û berpirsên Herêmê diyar kirin ku tu lebateke eskerî li vê derê tuneye.
Wek Deriyê Sînorî Xabûrê li Pêşxabûrê jî çûnûhatin berdewam û tu hereketeke eskerî li vê herêmê tuneye.
Piştî ku do eskerên Tirkiye û Iraqê ji Silopiyê ber bi Xabûrê ve hereket kirin û Sererkanê Iraqê Osman Xenîmî jî di deriyê Îbrabîm Xelîl re derbasî wî aliyî bû, hat ragihandin ku deriyê sînorî yê bavbera Herêma Kurdistanê û Tirkiye Xabûr îdî di destê Iraqê de ye.
Herwiha hat îddiakirin ku Pêşxabûra ku Herêma Kurdistanê û Sûriyê bi hev ve girêdide jî di destê eskerê Iraqê de ye.
Pêşxabûr di sêgoşeya Tirkiye, Sûriye û Iraqê de ye û halê hazir ji aliyê Pêşmerge ve tê kontrolkirin û çûnûhatin asayî ye.