Haydar Şahin
01 Mijdar 2017•Rojanekirin: 01 Mijdar 2017
ANKARA
Tora Sûriyeyê ji bo Çavdêriya Mafên Mirovan (SNHR) diyar kir ku di cotmehê da herî kêm 923 sivîl hatin kuştin.
Di rapora SNHRê da hat destnîşankirin ku ji ber pevçûnên di navbera rejima Esed, mixalifên leşkerî, DEAŞ û PKK/PYDya rêxistiên terorê, koalisyona navneteweyî ya dijî DEAŞê û Heyet Tehrîr Şama koma çekdar a li dijî rejimê da meha borî li Sûriyeyê 209ê wan zarok herî kêm 923 sivîl hatin kuştin
Di raporê da hat gotin ku rejima Esed di êrîşan da 78ê wan zarok, 62yê wan jin herî kêm 398 sivîl, di êrîşên Rûsyayê da jî 68ê wan zarok, 36ê wan jin herî kêm 221 sivîl hatin kuştin.
Hat ragihandin ku di êrîşên koalisyona pêşîkêşiya DYAyê da 22yê wan zarok, 15ê wan jin bi tevahî 71 sivîl, di êrîşên PKK/PYDya rêxistina terorê da 7ê wan jin bi tevahî 15 sivîl, di êrîşên DEAŞa rêxistina terorê da 24ê wan zarok, 16ê wan jin bi tevahî 162 sivîl hatin kuştin.
Dîsa di raporê da hat diyarkirin ku di pevçûnên navbera leşkerên mixalif û hêzên Esed da 3yê wan zarok, 4ê wan jin bi tevahî 16 sivîl hatin kuştin. Wek mayîn hat destnîşankirin ku Heyet Tehrîr Şama koma çekdar jî bû sedema kuştina sivîlekî.
Wekî din hat ragihandin di êrîşên komên nediyar ên ku nehatine tesbîtkirin da 14ê wan zarok, 3yê wan jin bi tevahî 39 sivîl hatin kuştin.
- Mirina herî zêde li Dêrazorê ye
Di rapora komê da îstatîstîkên kuştinên meha borî jî hatin dayîn.
Li gor vê di cotmehê da li Dêrazorê 389ê wan di êrîşên rejimê û Rûsyayê da bi tevahî 477 sivîl hatin kuştin.
Hat diyarkirin ku li Şam û dorberê wê 102, li Humsê 95, li Reqayê 72, li Îdlibê 68, li Helebê 50, li Hemayê 31, li Derayê 16, li Hesekê 9 û li Quneytrayê 3 sivîl hatin kuştin. Di raporê da hat destnîşan kirku li Sûriyeyê di navbera rêbendan-cotmehê da herî kêm 9 hezar û 38 sivîl hatin kuştin. Di vê çarçoveyê da di rêbendanê da 781, di sibatê da 876, di adarê da hezar û 134, di nîsanê da hezar û 14, di hezîranê da 848, di tîrmehê da 814, di tebaxê da 772 û di îlonê da jî 912 sivîl hatin kuştin.