Fatih Gazioğlu
01 Mijdar 2017•Rojanekirin: 01 Mijdar 2017
ÎSTANBUL
Tîmên Fermandariya Ewlehiya Qeraxê û Midûriyeta Giştî ya Ewlehiya Qeraxê li ser îdiaya ku nêzî Şîleyê keştiyek binav bûye, dest bi xebata lêgerînê kir.
Li gor agahiyan, di saet 04.25an de îxbarek hat ku ji keştiya Midûriyeta Giştî ya Ewlehiya Qeraxê ya bi navê "ARTURê" binav bûye.
Li gor îxbarê nêzî Şîleyê kelekeke bi navê "Bîlal Bal" û fîlîkayek hatiye dîtin. Li ser vê tîman bilez dest bi xebatê kir û bi 4 botan çûn cihê bûyerê. Di encama lêgerînê de keleka ku li ser "Bîlal Bal" hatibû nivîsandin û keleka din jî ya "ORAPIN 4" nivîsî hat dîtin.
Xebatên ji bo dîtina keştiyê 12 mîl ji qeraxê dûr dewam dikin.
Hat ragihandin ku di keştiya barê zuha de kaptanek, serendezyarek, makînîstê duyemîn, du hosteyên keştiyê û du xebatkarên teknîkî û aşvanek bi tevahî 10 muretebat hebûne.