Önder Beyter
17 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2019
ASTANA
Li bajarê Almati yê Qazaxistanê helîkopterek het xwarê û di encamê da pîlot mir.
Nûnerê Komîteya Rewşa Awarte ya Wezareta Karên Navxweyî ya Qazaxistanê Nursultan Nurahmetov di daxuyaniya xwe da diyar kir ku di 16.05an da helîkoptera fîrmayeke taybet a bi navê Sky Service ya ku cureya wê Eurocopter 130 e, li bajarê Almati li qada ku sanatoryuma "Alatau" lê ye, ket xwarê.
Nurahmetov got, pîlotê helîkopterê ku ji qezayê birîndar filitî, gava dibirin nexweşxanyê di rê da mir.
Herwiha der heqê qezayê da tu zanyarî nehat dayîn.