Elif Orhan
18 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2019
BOGOTA
Di êrîşa terorê ya ku li ber Akademiya Polêsan a General Santanderê ya li Bogotaya paytextê Kolombiyayê hat kirin de li gor tespîtên ewil 21 kes mirin û 68 kes jî birîndar bûn.
Li gor nûçeyê ku di çapemeniya welêt de cî girt li ber Akademiya Polêsan a General Santanderê ji ber wesayîta bombeberakirî teqîn çêbû.
Serokdewlet Ivan Duque di daxuyaniya xwe ya ji ser hesaba xwe ya çapemeniya civakî da de piştrast kir ku êrîşa çalakiya terorê ye.
Duque da zanîn ji bo ku kiryarên bûyerê bên derxistin telîmat dan û agahî da ku ziyareta xwe ya herêma birêvebiriya Chocoyê nîvco hişt û piştî ku vegere Bogotayê dê herêma ku lê teqîn çêbû ziyaret bike.
Wezîrê Parastinê Guîllermo Botero jî bernameya radyoyê de daxuyanî da û eşkere kir ku di êrîşa ku bi wesayîta bombebarkirî hat kirin de 21 kes mirin ji 68 kes jî birîndar bûn.