01 Tebax 2016•Rojanekirin: 01 Tebax 2016
MOSKOVA
Berdevkê Çapemeniyê yê Kremlînê Dmîtriy Peskov destnîşan kir ku hemû leşkerên di helîkoptera ûris da ya ku li Sûriyê hat xistin, mirin.
Peskov wiha got, "Li gorî agahiya ku me ji Wezareta Parastinê wergirt, hemû kesên di helîkopterê da mirin."
Wezareta Parastina Rûsyayê daxuyandibû ku li Sûriyê Mi-8 helîkoptera ûris dema ku vedigeriya Baregeha Himeymîmê 3 jê murettebat tevî 5 leşkeran, di encama guleyên ku ji erdê hatin agirkirin, ket xwarê. Wezaretê der barê hejmara teqez a miriyan da daxuyanî neda.
Beriya niha li Sûriyê 2 helîkopterên ûris ên leşkerî ketibûn xwarê.